Şêraniya zimanêkurdimancî
*
Celadet Bedirxan
Wekê ez gehiştim
Bêrûtê roj çû bû ava û sê saet ji şevê derbas bû bûn. Sibe-tir, berî
nîvro, ji mêvanxa derketim, min da kûçe û kulanan,
û gehiştim meydana Burcê Dinya germ, ba şil, bihna mirov teng dibû, diçikiha.
Min xwe da ber siha qehwekê, canê xwe divêsihand. Burc meydaneke fireh û
drêjkî ye. Di nava wê de parîzekî kiçîk lê spehî heye. Bi giya, bihnûn û
daran xemilandî ye. Tê re aveke kiçik dibihure û dikeve nav bêrmeke tenik.
Erda bêrmê ji kevirên şehkirî û benevşgon raxistî ye. Rengê avê tê de winda dibe. Pêrm
wek zeviyeke benevşîn xuya dike.
Li serê meydanê, sê
kûçeyên mezin - ji bakur, ji rojhelat û rojava -xelkê bajêr ditînin û lê
dirijênin.
Xelk di nav kûçeyan de mîna robaran diherikin. Ev sê robarên ku di
meydanê de digehin hev, dibin lehîke boş û xwe didin ber parîzî. Di ber
caxên parîzî re pêlên lehiyê dişkên û lehî dibe du bir, birek di ber rastê û birê din
di ber çepê parîzî re diherike, heta piştî Serayê, paşê, dilopên lehiyê, ber bi behrê
ve, ji hev dikevin û belav dibin.
Xelk di ber min re
dibuhirîn. Pîr û ciwan, jin û mêr, dewlemend û belengaz; ji her rêzê, ji
her rayî, ji her nijad û miletî. Min ew ji belg, dêm û serçavên wan nas
dikirin.
Carinan şefqekî gewr
û pehn bi şaşikekî kesk diketin ber; kumekî sor di ser çarikekê re
diqeliqî. Jinikeke zik mezin, wek denekî, gêr dibû û diket pişta keçikeke
narîn û bejnzrav.
Ev e, pêxwasek, qaşo
bê hemdê xwe destên xwe di ser hêt û navkelên van pîrek û keçikan re
digerîne.
Min canê xwe vêsihandi bû. Rabûm, ketim nav pêlên
lehiyê. Ji nişkê ve, ji kulanekê, çend seriyên bi kum û destmal li min der bûn.
- Ne lo!... hê zû
ye... ma çiman… dev jê berde... Heso digot... na herê... guh mede...
Qet ne dihat bîra wan
ku ez jî bi zmanê wan dizanim, ku ez jî yek ji wan im.
Ji xwe ji min re
zilamek diviya bû ku hûrmûrên min hilgire, bibe mêvanxanê. Min deng li yekî
kir.
- Xorto, heke vala yî bi min re were. Xortê ku min
deng lê kiri bû, ji hevalên xwe veqetiya û da pey min.
Heta ku em gihiştin
dikanekê min deyn nekir. Li dikanê min cixareyek da wî û me dest bi
axaftinê kir.
- Xorto, tu xelkê kû
derê yî?
- Ez xulam, ez
bedlîsî me.
Lê zmanê wî ne zarê
xelkê bedlîsî bû, min got :
- Ma çire dibêjî ku
bedlîsî yî, ji zmanê te kifş e ku tu ji dora Mêrdînê yî.
- Belê, xebera te
rast e, lê ez eslê xwe dibêjim. Ez bedlîsî me, lê di mihaciriyê de derketim
û di dora Mêrdînê de bi xwedî bûme, ber vê yekê...
- Kengê hatiyî
Berûtê?
- Ev bû salek û hin,
ma ez xulam tu ji kîjan welatî yî .. ?
Divêt tu jî , ji
zmanê min bizanî.
- Gora zmanê te tu ji
welatê Botan î, lê di vî bajarî de tu botî nînin.
Pêlekê sekinî. Kifş
bû ku difikrî û di bîra xwe de li tiştekî digeriha. Di pey re, rabû ser
xwe, hat destê min û got:
- Ez xulam, li sûçê
min menêre, min aniha tu nas kirî. Ji xwe min bîhîsti bû ku yek ji we li
Bêrûtê ye. Min dil dikir ez herim ziyareta wî lê min fedî dikir. Xwedê ji
min re li hev anî.
- Belê yek ji me li
Bêrûtê ye, lê ew ne ez im, ew brayê min e. Ez li Şamê rûdinim.
Di pey re ez û
xweyiyê dikanê em ketin bazara kaxeza Hawarê. Ji xwe ji bona kirîna kaxeza
Hawarê hati bûm Bêrûtê.
Min şuxlê xwe kuta
kiri bû. Kaxez bi rêhesinê, dê. bihata rêkirin. Tinê kaxeza çermî min ê bi
xwe re bibira. Xortê min çermê Hawarê kir pişta xwe û me da rê.
Em çû bûn dikaneke
din. Min bi xweyiyê dikanê re xeber dida. Kurdmancê min di kurçikekê de li
ser tetikan rûniştî li min dinêrt û dikenî. Min jî bi devkenekê jê re got:
Xorto, te xêr e, çire
dikenî?
Xêr e ez xulam, ji
kêfa kurdmanciyê, ji kêfa kurdmanciya te dikenim. Belê li Bêrûtê kurdmanc
zehf in. Ji sibê heta êvarê em bi kurdmancî xeber didin. Lê gava ji devê te
dibihîzim hêj bêtir kêfa min jê re têt. Ax ez xulam, tu nizanî kurdmancî
çiqas şêrîn e.
- Na herê. kurdmancî
kengê bûye şerîn?
-Bi serê te ê ezîz,
tu ziman wek kurdmancî ne şêrîn e. Ez bi tirkî rind nizanim, lê min ew
gelekî bihîstiye. Li Îraqê min erebî û ingilîzî gelek bihîstine. Li Sûriyê
her rûj erebî û frensizî dibihîzim. Ez van datînim ber hev û dibînim ku şêraniya
zimanê kurdmancî di tuwan de nîne. Lê çi fêde ew bi kurdmancî nizanin.
- Ma bizaniyana çi
dibû?
- Hingî, ji
kurdmanciyê pêve bi tu zmanan xeber ne didan .
* Ji HAWAR, hejmar
8:1932, hatiye wergirtinş Çapa nû: Mihemed Bekir û Amadekirina bo weşandina
înternêtî: Ş. B. Soreklî
Têbinî: Pêşgotineke
kurt: Mîr Celadet Bedirxan bi kurdî, tirkî, erebî, farisî, almanî, frensî û
înglizî dizanibû. Bêyî guman mebesta wî bi va berhema li jêr ne ew e ku
zimanê kurdî ji zimanên din çêtir xuya bike lê ew e ku bide zanîn ku ji bo
her mirovekî zimanê wî yê zikmakî şêrîntirîn zimane. Di heman demê de
hêviya wî her ew bû ku Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanên din ji
yên xwe çaktir texmîn nekin: Şahîn B Soreklî).
* * *
Qedrî Can *
Qanatê Kurdo
Nav û dengê Qedrî Can bi nav û dengê Cegerxwîn, Osman Sebrî ra
girêdayiye. Rast gotî di nivîsarên xwe de ew ne qasî wa ne, nagîje wan, lê
di kirina xwe de, di nivîsarên xwe de di meydana şer pêşve birina
ronahkirina neteweyê kurd de, di meydana şerê azadkirina welatê kal bavê
xwe de ewî jî cîkî layq girtiye û hiş û aqilê xwe terxan kiriye bo xatirê
serxwebûn û serbestiya kurd û Kurdistanê. Di vî îş û karî de ewî jî mîna
herdu şêrên serê çiyaên Kurdistanê dengê xwe ber bi keç û xortan kiriye, di
şê’r, çîrok û serpêhatî yên xwe de temî û şîreta li wan dike, ku yek bin,
ji xewa kibîr hişyar bin, xwendevan bin, dest bidne destên hev, bibin heval
û hevkarên hev, bibin şerkerên bê tirs û xof bo xatirê azadî û serbestiya
kurd û Kurdistariê. Piraniya şi’r, çîrok û serpêhatiyên Qedrî Can li
kuvarên “Hewar”, “Ronahî” û “Roja Nû”da çap bûne.
Çîrok û serpêhatiyên Qedrî Can yên çap kirî evên
jêrin :
“Hewar hebe, gazî li dûye” (Hewar N.I, sala 1932)
“Silêman Bedirxan” (Hewr N.3, sala 1932)
“Hîva çardeşevî” (Hewar N.6, sala 1932)
“Bihara Dêrikê” (Hewar N.13, sala 1933)
“Tabûta bi xûnê” Şex Ebdurehman Garisî çû rehmetê
(Hewar N.11 sala 1933
“Gelo ne wusane” (Hewar, N.1O, sala 1933)
“Gundê nûava” (Hewar, N.2, sala 1932)
“Dabê” (Hewar, N.14, sala 1933)
“Sond” (Hewar, N.33,
s.1944)
“Guneh” (Hewar, N.39,
s.1942)
“Rojên derbasbûyî”
(Hewar, N.52, s.l943)
“Gulçîn” (Ronahî, N.16, s.1933)
“Sehên zozanan” (Ronahî, N.14 s.1933) .
“Tayek porê spî”Li ser şopa Manfleti (Ronaht N.13).
Di
hejmarên “Roja Nû”de bir bi bir (parçe bi parçe) zincîra tercima Qedrî Can
ya kitêba rêberê rûs Grigorî Pêtrov “Di welatê Zembeqêda” hatine çapkirinê.
Di vê kitêbêda Grigorî Pêtrov basa jiyîn, ayîn neteweyê fînan gilî dike,
basa welatê wanî bindest gilî dike, îş û karê şerevan û tekuşerên fînan
tîne ber çavê xwendevan û xwendekarên xwe û nîşan dike çawan kum û kumelên
wan dixebitîn, çawan şer dikirin pêşberî hukmeta Swêdî, ku welatê xwe û
neteweyê xwe azad bikin, ku serbest û bi serxwebûn bijîn.
Di pêşgotina wergerîna vê kitêbê Qedrî Can
dinivîse, ku bi temî û şêwra doktor Ahmed Necîf ewî ev kitêb wergerande ser
zimanê kurmancî bona xort û keçên kurd, bona wetenperwerên kurd. Birên
wergerîna Qedrî Can yên vê kitêbê di hejmarên “Roja Nû” yên jêrînda hatine
çapkirinê: N 4,5,6,7, 8,9,10,11,12,13,14,15,16,û di yên dinda.
Min baştrîn dîna xwe da ser wan hejmarên kuvarên
“Hewarê” “Ronahî” û rojnama “Roja Nû” û di wande her sê - çar şê’rên Qedrî
Can yên çapkirî dîtin. Ew şi’r evê jêrînin :
“Cegerxwîn” (Hewar, N.l2, sala 1932)
“Berdêlk”. Ji loriya Bedirxanra (Hewar, N.6, sala
1933)
“Xewna hişyartî’ (Hewar, N.13, sala 1933)
“Tabûta bi xwînê” (Hewar, N.II, sala 1932)
“Dadê” (Hewar, N.l4, sala 1932)
“Di şorezarekêda” (Hewar, N.1O, sala 1932)
“Hesinker” (Hewar,
N.7, sala 1932)
(…)
* Va nivîsara Qanatê
Kurdo ya di derbarê Qedrîcan de ji pirtûka Q. Kurdo “Tarîxa Edebiyata Kurdî
1” hatiye wergirtin. Amadekirina bo weşandina înternêtî: Şahîn B Soreklî.
* * *
|